Li Almanya teqînek çêbû:kesek hat kuştin û 12e birîndar

Ev çaremîn bûyere ku di heyama heftiyekê de li Almanyayê rû dide.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Inspilix başurê Almanyayê teqînek bi rêya xwekujekî rûda, di encam de kesek hat kuştin û 12e kesên din jî birîndar bûn, birînê gelek ji wan giranin.

Derbarê wê teqînê Wezîrê Navxwe yê Wîlayeta Bavariya Yowaxîm Hîrman di daxuyaniyekê de ragehand ku encamderê teqînê penaberekî Sûrî ye û temenê wî 27 salin, da zanîn ku, ew penaber berî du salan hatiye Almanya û penaxwaza wî jî berî salekê hatiye redkirin.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Wîlayeta navborî aşkere kir ku, wî penaberî du caran hawla kuştina xwe kirye ji ber vê yekê ew nikarin girêdana bûyerê bi karekî terorî piştrastbikin.Da zanîn ku ew niha vê yekê lêkolîn dikin.

Ev çaremîn bûyere ku  di heyama heftiyekê de li Almanyayê rû dide.