Pêşmergeyekî çend kes rizgar kirin piştre jî dixeniqe

Pêşmergeyekî li sînorê qezaya Mêrgesorê, piştî ku çend kes ji xeniqandina di çemê Kelekê de rizgar kirin, bi xwe di avê de xeniqî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşmergeyekî li sînorê qezaya Mêrgesorê, piştî ku çend kes ji xeniqandina di çemê Kelekê de rizgar kirin, bi xwe di avê de xeniqî.

Peyamnêrê K24ê li devera Soran ragihand ku, pêşmergeyekî ji gundê Binivbiya ya qezaya Mêrgesorê bi navê Ezîz Hisên ku li malê di bihnvedanê de bû, piştî ku çend kes ji xeniqandinê rizgar kirin, bi xwe di çemê Kelekê de xeniqî.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku gava ew pêşmerge dibîne ku çend kes di çem de dixeniqin, bi hawara wan ve diçe û wan rizgar dike, lê piştre bi xwe di çem de dixeniqe.