Bi wêne girtina leşkerên êrîşî hotêla Erdogan kirîn

Di êrişê de 2 polîsan canê xwe ji dest dabûn.

K24-Navenda Nûçeyan

7 serbazên ku şeva derbeyê êriş li hotêla Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan kiribûn, li Marmarîsê hatin girtin.

Di derbeya şeva 15'ê Tîrmehê de, li navçeya Marmarîsê hotêla ku Serokomarê Tirkiyê dima bi helîkopteran êriş hat kirin. Di êrişê de 2 polîsan canê xwe ji dest dabûn.

Piştî têkçûna derbeyê 17 serbazên êrişber reviyabûn çiyê û şopa xwe dabûn windakirin. Ji wê rojê ve bi hêzên bejahî û hewayî operasyonek berfireh tê meşandin.

Duh, ji wan efseran Taner Berber, Îlyas Yaşar û Gokhan Guçlu û 4 serbazên din li navçeya Marmarîsê hatin girtin.

Bi wêne girtina leşkerên êrîşî hotêla Erdogan kirîn
Bi wêne girtina leşkerên êrîşî hotêla Erdogan kirîn
Bi wêne girtina leşkerên êrîşî hotêla Erdogan kirîn