Pîrejina 113e salî piştgiriya Erdogan kir

Di 15ê vê mehê de hawla kudetayeke leşkerî li Tirkiyê hat kirin lê ew kudeta biser neket.

K24-Navenda Nûçeyan

Pîrejinek temen 113e salî li dijî kudetaya leşkerî bû û beşdarî di xwepêşandanên li navçeya Torxotlo ku dikeve rojavayê Tirkiyê kir û piştevaniya Serokomarê wî welatî Receb Teyb Erdogan kir.

Derbarê vê yekê ajansa Anadol ragehand ku pîrejina binavê Aîşe Qerebûbar temen 113 salî ku di destê wê de alayeke Tirkiyê hebû tevlî xwepêşandanê navçeya Torxotlo ku dikeve rojavayê Tirkiyê bû û piştevaniya xwe bo Serokomarê Tirkiyê Erdogan nîşandida.

Ajansê da zanîn ku wê pîrejinê desmalek li stoyê xwe jî pêçabû navê Seokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan li ser nivîsîbû.

Ji aliyê xwe ve Aîşe bo medeya Tirkiyê ragehandibû ku ew baş dizane kudeta û rewşa awarte çi ye, da zanîn ku wê daxwaz ji zarokên xwe kirye daku wê bibin cihê xwepêşandanê û beşdariyê tê de bike.

Di 15ê vê mehê de hawla kudetayeke leşkerî li Tirkiyê hat kirin lê ew kudeta biser neket.