Koma Armanc li ser parastina kelepûra Kurdî berdewam e

Koma Armanc yek ji komên hunerî ya Rojavayê Kurdistanê ku di sala 1983an de, li Efrînê hat damezrandin, ji ber rewşa şer û krîza Sûrî niha karê xwe yê hunerî di warê sema, dîlan û govenda Kurdî de li başûrê Kurdistanê birêve dibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Armanc yek ji komên hunerî ya Rojavayê Kurdistanê ku di sala 1983an de, li Efrînê hat damezrandin, ji ber rewşa şer û krîza Sûrî niha karê xwe yê hunerî di warê sema, dîlan û govenda Kurdî de li başûrê Kurdistanê birêve dibe.

Rêveberê Koma Armanc Munîr Koçer derbarê damezrandina kome ji K24ê re got ku, di sala 1983an li Efrînê hat damezrandin. Destpêkê ji ber rewşa ewlehiya li Sûriyê gelekî astengî û rêgirî li koma Armanc dihat kirin, lê tevî wê yekê li gelek deverên Kurdî û Sûriyê û bi taybet di cejnên Newrozê de aheng lidar dixistin.

Xalê Xelîl jî ku yek kevintirîn lîstikvanê dîlanê li herêma Efrînê ye û Rahênerê komê ye jî got ku, ewî di sala 1969an de dest bi bazdanê di Koma Efrînê de kiriye, amaje bi cil û bergên komê kir û got ku, cilên komê taybet in bi herêma Efrînê û heya Riha ya Bakurê Kurdistanê ne.

Xalê Xelîl diyar kir jî, ku wî û hevalên xwe ve bi hunermendê Sûrî yê navdar Sebah Fexrî re û gelek hunermendên din yên Sûrî û Libanînî re kar kirine.

Nivîskar Mihemed Hemo amaje kir ku, Koma Armanc li ser gelek beşên hunerî kar dikir, wek stranên netewî, stranên dengbêjiyê û şano.

Hemo amaje bi dengbêjê navdar û yek damezrênerê koma Armanc Bavê Selah kir, ku gelek stran û destanên Kurdî wek Mem û Zîn, Siyamend û Xecê, Genc Osman û bi dehan stranên din tomar kirin, lê mixabin gelek stranên folklora Kurdî bi Bavê Selah re binax bûn.

Endamên Koma Armanc diyar kirin ku, ew bêhtir li ser dîlanên Kurdî kar dikin, herwiha hêvî xwastin jî ku aliyên pêwendîdar bi çand û hunera Kurdî alîkariya wan bikin, da ku bi dehan karên wan yên bazdanê hene û pêwîstî heye ku, bêne tomarkirin.