Erdogan destûra nû bi Serokê partiyên siyasî re gotûbêjkir

HDPê di civînê de ne beşdarbû.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Li Tirkiyê di lûtkeya Serokkomar Erdogan ya bi Serokê partiyên siyasî de destûra nû hate gotûbêjkirin û hate ragihandin ku rêkeftinek derketiye holê. Herwiha nîqaşên li ser çêkirina destûra nû di rojeva parlamentoya Tirkiyê de bû.

Hevdîtina Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ya bi Serokrwezîr Binali Yildirim Serokên Giştî yên CHP û MHPê Kemal Kiliçdaroglu û Devlet Bahçeli di rojeva parlamentoya Tirkiyê de bû.  Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş di hevdîtinê de beşdar nebûbû lê belê da zanîn ku ew jî dixwazin di prosesa çêkirina destûra nû de cih bigirin. Herwiha Demirtaş di komcivîna partiya xwe de daxwaz kir ku bi endamên her 4 partiyên li parlamentoyê komisyonek were damezrandin ku pergala dewletê jinûve saz bike.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş wiha got"

" Em dixwazin destûreke nû were çêkirin û her wiha di nava xebatên wê de cih bigirin.  Divê em rêgez û şertên wê bi hev re binirxînin. Lê belê ev helwest şaşe ku were gotin heger bixwazin bila ew jî tevlî me bibe."

Di rojeva CHPê de ji bilî rexnekirina Rewşa Awarte û binçavkirinên zêde çêkirina destûra nû hebû. Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay derbarê çêkirina destûra nû de diyar kir ku armanca hikûmetê sererastkirinên derbarê pakêta darazê ye.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay wiha axift:

 "Qesta ji pakêtek biçûk ew e ku sererastkirineke destûrî ya derbarê Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgeran pêk were. Daraza têkeve bin hikmê siyasetê, ji bo dahatûya Tirkiyê me dixe metirsiyên kûr."

Li aliyê din parlamenterê AK Partiyê yê Stenbolê û Serokê Komisyona Destûrê Mustafa Şentop bersiv da pirsên rojnamegeran. Şentop diyar kir ku di lûtkeya serokan de sinyalên guhertina xalên destûrî yên derbarê darazê de hatiye dayîn.