HDP şandeyekê dişîne Nisêbînê

Piştî rakirina qedexeya derketina kolanan, Partiya Demokratîk ya Gelan, HDP şandeyekê dişîne Nisêbînê ku li wê derê lêkolînan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî rakirina qedexeya derketina kolanan, Partiya Demokratîk ya Gelan, HDP şandeyekê dişîne Nisêbînê ku li wê derê lêkolînan bike.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya HDPê hate ragihandin, Parlamenterên Mêrdîn Gûlser Yildirim, Ali Atalan û Erol Dora, Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Parlamenterê Elîhê Mehmet Alî Aslan dê îro(26 Tîrmehê) biçin Nisêbînê û dest bi lêkolînên xwe bikin.

Li Nisêbînê di 14ê Adarê de derketina kolanan ji aliyê Walîtiyê hatibû ragihandin û heta niha berdewam bû. Piştî 4 mehan ji bilî 6 taxan qedexe rabû.

Bajarê Nisêbînê di pevçûnan de wêran bûye. Qedexe li ser 6 taxên ku derdora wan hatiye têl kirin dê bidome. Di nava bajêr de hê jî hêzeke zêde ya polîsan heye. Hin welatî vedigerin Nisêbînê; hin jî jê koç dikin.