Amerîka, ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên li gel herêma Kurdistanê dilgiran bû''

Tirkiye ji Amerîkayê tawanbarê derbeya leşkerî, Fetullah Gulen dixwaze, lê Amerîka dibêje ''delîl '' nîne û vê piştguh dike.Li gor pisporan ji ber ku Amerîka ji têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel herêma Kurdistanê û yên Rojhilata navîn dilgiran e û Fetullah Gulên yê ku li dijî Kurdan parast.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a13ef0f5-2fa6-4d5d-9687-916f64ac4230/PewendiyenTirkiyeEmerika.ism/manifest

K24-Stenbol

Tirkiye ji Amerîkayê tawanbarê derbeya leşkerî, Fetullah Gulen dixwaze, lê Amerîka dibêje ''delîl '' nîne û vê piştguh dike.Li gor pisporan ji ber ku Amerîka ji têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel herêma Kurdistanê  û yên Rojhilata navîn dilgiran e  û Fetullah Gulên yê ku li dijî Kurdan parast.

Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15 ê temûzê li Tirkiyeyê qewimî serokkomarê Tirkiyeyê  Erdogan bangî serokê Amerîkayê Barack Obama kir û xwest ew tawanbarê derbeya leşkerî Fetullah Gulen radestî Tirkiyeyê bikin. Erdogan piştre bi rêya telefonê jî ev daxwaza xwe gihand Obama. Hikûmeta Amerîkayê dîyar kir ku eger delîl bêne nîşandan ew dê ji bo radestî kirîna Gulen gavan biavêje.li ser vê rêveberên hikûmeta gotîbûn ew me mijûl dikin û bertekên xwe  nîşanî Amerîkayê dayîbûn.

Bekîr Bozdag-Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, got:'' Ez bawerim Amerîka û birêz Obama çawe dizanin navê xwe ew dizanin Fetullah Gulen ev derbe kirîye.Ez bawerim îstîxbarata Amerîkayê û wezareta derve ya Amerîkayê jî ev dizanîn''

Wezîrê dadê, wezîrê navxwe û wezîrê derve yê Tirkiyeyê van rojên pêşîya me de ji bo radestî kirina Gulen dê serdana Amerîkayê bikin.

Serokê cemaetê Fetullah Gulen yê ku ve 17 sale li Pensîlvanyaya Amerîkayê dijî di rojnameya Newyork Times ê de gotarek parvekir û ji hikûmeta Amerîkayê xwestîbû ew wî radestî Tirkiyeyê nekin.

Li ser radestî kirina Gulen Prof.  Fuat Keyman ji Kurdistan 24ê rê re axivî û got ev mijar dê demeki dirêj li ser pêwendiyênWashîngton û Enqereyê bandorê bike.

Fuat Keyman: Mamosteyê zanîngeha Sabanci yê, got:'' Duhî min li gel pilebilindekê Amerîkî hevdîtinek kir û wî li ser radestî kirina Gulen got Eger Amerîka Gulen radestî Tirkiyê neke jî ev dê salekê berdewam bike. Ji ber wê tê pêşbînî kirin ku di demên pêşde pêwendiyên herdu welatan dê xeraptir bibe.Li gor min ve cara ewil e Amerîka ewqas asê maye.Tirkiye dikare  li gel jinavbirina cemaetê li ser pirsgirêka Kurdan gavên nû biavêje.''

Rojnamevan û Pisporê polîtîkayên derve Bercan Tutar jî diyar dike ku yek jî armancên derbeyê ew bû ku nêzîkbûna Tirkiyeyê û Rusyayê bisekinîne.lê ew serneketîne û dikare li Rojhilata navîn tiştên nû biqewimin.

Bercan Tutar: Rojnamevan û pisporê politikayên derve, got:'' Dema ku em li pişt derbeyê dinêrîn em dibînin ku rewşeke stratejîk heye .ligor  min pêwendiyên tirkiyeyê yên li gel Iraq ,Suriye û herêma Kurdistanê li pişt derbeyê heye. ''

Li gor pisporan piştî ku derbeya leşkerî serneket Tirkiye dikare li ser pirsgirêka Kurdan gavan biavêje û li gel Herêma Kurdistanê pêwendiyan xurttir bike.