HPS amara şerê îsal a navbera wan û dewleta Tirkiyeyê de eşkere kir

Fermandariya Hêzên Parastina Gel a Navendî HPS amara şerê îsal a navbera wan û dewleta Tirkiyeyê de eşkere kir. HPS dibêje wan heta 2982 leşker û polîs kuştine 1146 leşker jî birîndar bûne. Li ser windahiyên xwe jî ragihand ko 435 gerila canê xwe ji dest dane.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c5e08ae1-cd41-4831-9919-1b5f8cb7e8ac/PKK%20Bilanco%20Eskere.ism/manifest

K24- Hewlêr

Fermandariya Hêzên Parastina Gel a Navendî HPS amara şerê îsal a navbera wan û dewleta Tirkiyeyê de eşkere kir. HPS dibêje wan heta 2982 leşker û polîs kuştine 1146 leşker jî birîndar bûne. Li ser windahiyên xwe jî ragihand ko 435 gerila canê xwe ji dest dane.

Ji piştî têkçûna pêvajoya aşitiyê salek derbas bû. Ji nişka ve operasyon destpêkirin û nav bera endamên PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de şerek dijwar destpêkir. Di vê çarçoveyê de Fermandariya Parastina Gel a Navendî HPS amara şerê salekê eşkere kir. HPS diyar kir ko ji 24ê Tirmeha 2015an heta 23ê Tirmeha 2016an 1199 çalakî kirine û di encama van çalakiyan de 2982 leşker kuştin e 1146 leşker jî birîndar kirine.

Li gor HPSyê dewleta Tirkiyeyê li dijî wan 805 êrîşên asimanî kiriye. 805 Êrîş

Bi obûs, tank û havanan jî 1649 caran êrîş kiriye. 1649 Êrîş

Bi balafirên bê mirovî 671 keşif hatiye kirin û 344 caran jî liv û tevgera balafir û firokeyan çêbûye. 671Keşif

344 Tevgera Balafiran

Ew ligel hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê 110 caran ketine nav pevçûnê. 110 Pevçûn

Di encamê de 2982 polîs û leşker hatine kuştin û 1146 leşker û polîs jî birîndar bûne. 2982 Leşker/Polîs

Di heman demê de 13 leşker û polîs jî dîl hatine girtin. 13 Leşker/Polîs Dîl Ketine

HPS radigîhîne ko wan 15 tank, 175 wesaîtên zirxpoş tine kirine û 4 firoke jî xistine. Herwiha 44 firoke jî di encama êrîşên wan de xisar dîtine.

15 Tank

175 Wesaîtên Zirxpoş

4 Firoke

HPS dibêje wan 202 wesaîtên ko hevkariya dewleta Tirkiyeyê dikirin şewitandine  û 110 îstasyonên bazê tine kirine.

Derbarê windahiyên xwe de jî HPS diyar dike ko 435 gerilayên wan canê xwe ji dest dane û 16 gerîlayên wan jî dîl ketine.

435 Gerîlla 

Ji alîkî din ve Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî di destêpêka meha Tirmehê de diyar kiribû ko ji 7 hezarî zêdetir endamên PKKyê canê xwe ji dest dane. Derbarê kuştiyên xwwe de jî radigihand ko nêzikê 600 endamên hêzên ewlekariyê canê xwe ji dest dane.

7 000 Gerîlla

600 Leşker/Polîs        

Li Tirkiyeyê sala par di 20ê Tirmehê de li bajarê Rihayê navçeya Pirsûsê teqînek rûdabû 34 kes canê xwe ji dest dabûn. Li ser vê yekê li bajarê Rihayê navçeya Serekaniyê jî 2 polîs hatin kuştin. Ev her dû bûyer bû sedema têkçûna pêvajoya aşitiyê. Niha jî di demên dawî de hewl dan li ser vê yekê ye ko pêvajo ji nû ve destpê bike. Lê heta niha ji aliyê hikûmetê ve li ser vê mijarê daxûyaniyek erenî nehatiye dayîn.