Tirkiyê Amerîkayê bi derbeya leşkerî tohmetbar dike

Tirkiye bawer dike ku li pişt hewldana derbeya leşkerî ya 15 ê Temûzê Amerîka heye. Medyayên nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê di nûçeyan de radgihînîn ku hewldana derbeya leşkerî ji aliyê CIA ve hatiye kirin.Heta ku tê îdda kirin ku hewldana derbeya leşkerî raste rast ji aliyê general John F. Campbell hatiye rêvebirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/da7333e9-9fba-4d55-8eba-c33d3dec8371/TirkiyeAmerikayeTohmetbar.ism/manifest

K24-Stenbol

Tirkiye bawer dike ku li pişt hewldana derbeya leşkerî ya 15 ê Temûzê Amerîka heye. Medyayên nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê di nûçeyan de radgihînîn ku hewldana derbeya leşkerî ji aliyê CIA ve hatiye kirin.Heta ku tê îdda kirin ku hewldana derbeya leşkerî raste rast ji aliyê general John F. Campbell hatiye rêvebirin.

Pêwendıyên Tirkiyê û Amerîkayê yên ku ji ber alikariya Amerîka bo PYD xera bûyîn piştî hewldana derbeya leşkerî xeraptir dibe. Îdîayên ku dibêjin Amerîka li pişt vê derbeyê ye gelek zêde tê rojevê de.Piştî hewldana derbeya leşkerî wezîrê Karên Tirkiyeyê Suleyman Soylu  gotîbû li pişt derbeyê Amerîka heye  piştî van axaftinan  her çiqes ji aliyê hikûmetê ve bi fermî neyê gotin ku li pişt derbeyê Amerîka heye jî medyayên nêzîkî hikûmetê di gelek nûçeyande Amerîkayê tohmetbar dike.

Rojnameya Yenî Şafak ya  ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê tê  nasîn 2 rojan ser yêk di manşetên xwe de ev ev îddîa belav kirin.

 '' Rêveberiya derbeciyan fermandarê berê yê Amerîkî general john F. Campbell kiriye û ew berê li Afganîstanê wek rêveberê yekineya ISAF bû. Her wiha fînansiya derbeciyan jî ji banqeya CIA ya Uba Bank ya ku li Nijeryayê hatîye dabîn kirin.''

 Li gor van nûçeyan generalê Amerîkî beriya derbeyê hatîbû Tirkiyeyê û gelek hevdîtînên veşartî kirîbûn. Her wiha li gor van îddayan 2 milyon dolar pere jî ji bo derbeciyan hatiye dabîn kirin. Di van nûçeyan de hat ragihandin ku l i baregeha Incîrlîkê li navenda baregeha NATO  yê  Tuggeneral Bekîr Can jî bi tawanbariya derbeyê  hatiye desteser kirin. Li gor van îddîayan generalê Amerîkî Campbell li vê baregehê hevdîtinên veşartî dikir

Li ser vê di nûçeyeka dî de hat îdîa kirin ku dîrektorê saziya Woodrow Wîlsonê prof. Henryî Barkey 10 roja beriya derbeyê hat Stenbolê û li gel endamên cemaeta Gulen hevdîtin kirin. Polîsên Tirkiyê niha lêkolînê dikin ku bizanîn wan 12 rojan de Berkey bi kêre hevdîtin kirine.

Li gel vê vexwendina saziyeka girêdayî cemaeta Gulen ya ku bo merasîma Obama ji bo cejna Remezanê dayî misilmanan jî bûye sebep ku Tirkiye bertekan nîşanî Amerîkayê bide.Her çiqes Amerîka bêje li pişt derbeyê em nînin jî hêj gumana Tirkiyê ji vê yekê kêm nebûye.