Li Turkîyayê, derxistina mamosteyên bê guneh ji kar dibe cihê nerazîbûnê

Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyî, zêdetirî 50 hezar karmend ji kar hatin derxistin ku piraniya wan mamoste û akademisyenin. Sendîka û saziyên civakî dibejin gelek kesên têkildariya wan bi cemaata Fethullah Gulen tuneye jî ji kar hatine derxistin û daxwaza vegerandina wan ya bo kar dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6598fd0b-02bf-4476-93bc-cc888090f788/JikarderxistinaMamosteyenBeGunehDibeCiheNerazibune.ism/manifest

K24- Enqere

Li Tirkiyê piştî hewldana darbeyî, zêdetirî 50 hezar karmend ji kar hatin derxistin ku piraniya wan mamoste û akademisyenin. Sendîka û saziyên civakî dibejin gelek kesên têkildariya wan bi cemaata Fethullah Gulen tuneye jî ji kar hatine derxistin û daxwaza vegerandina wan ya bo kar dikin.

Di 15 Tirmehê de li Tirkiyê komeke ji nava leşkeriyê ku tê îdiakirin endamên cemaata Fethullah Gulene xwestin darbeyeke leşkerî çê bikin. Lê belê hewldana darbeyî neçû serî û paşê di saziyên dewletê de operasyonên jikarderxistinê dest pê kirin. Bi wan operasyonan 10 hezaran karmend ji kar hatin derxistin ku herî zêde jî mamoste di nava wan de heye.

Li gorî Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê(EĞİTİM-SENê) heta niha nêzî 50 hezar mamoste ji kar hatine dûrxistin, lê belê gelek ji wan tu têkiliya xwe bi cemaat Gulen re nîne. Serokê Giştî yê Sendîkayê Kamuran Karaca bangî rayedaran dike ku kesên têkildariya wan bi Cemaata Gulen re tuneye jî vegerîne kar.

Sot: Kamaran Karaca-Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê

"Cemaatê piştgiriya herî zêde ji vê hikûmetê stendiye. Lê îro piştî vê hewldana darbeyî, ji bilî kesên bi rêxistina Gulen têkildar, ew kesên muxalîf jî têne cezakirin. Hikûmet dibêje ji xwe ew jî muxalîfin û wan jî ji kar derdixe. Divê demildest dawî li vê yekê were û jikarderxistina wan kesên têkildariya wan bi cemaatê re nîne were sekinandin."

Li aliyê din, tê îdiakirin ku hin akademîsyen jî wek endamê cemaata Fethullah Gulen ji kar hatine dûrxistin ku beriya niha danezana aştiyê îmzekirine û têkildariya wan bi wê cemaatê re çênebûye. Akademîsyen Faruk Alpkaya dibêje ew lîsteyên jikarderxistinê beriya niha hatine amadekirin û ji lewra bêyî lêpirsîneke bêalî operasyona jikarderxistinê dest pê kiriye.

Sot: Faruk Alpkaya- Akademîsyen

"Di şertê Rewşa Awarte û bi hin tevdîrên wiha yên îdarî têkildarkirina bi rêxistina Gulen ne rast e û encamên durist dernakeve holê. Cemaata Gulen ne bi tenê di dema AKPê de, di dema hikûmetên beriya niha jî, di bin navê welatperweriyê, di saziyên dewletê de hatine cîbicîkirin. Ji lewra em rast nabînin ku bêyî lêpirsîneke baş û bêalî tu kes ji kar bên dûrxistin."

Li Tirkiyê ji bilî jikargirtina mamoste û akademîsyenan heta niha nêzî800 dibistan, 500 wargeh û 15 zanko jî hatine girtin. Di raya giştî de metirsî heye ku bi girtina saziyên perwerdê û jikargirtina mamoste û akademîsyenan gelek xwendekar jî mexdûr bibin.