Rewşa nexweşan li nexweşxaneyên Qamişlo
K24 – Qamişlo
Hejmara qurbaniyan di encama teqîna ku li bajarê Qamişlo rû daye, gihişte zêdeyî 200 kesî, ji wan 41 şehîd bûne û 177 kes jî birîndar in. Piraniya qurbaniyan jin û zarok in, ji ber ku desteyên Rêveberiya Xweser û navenda asayişa taxa Xerbî ku di nava malên sivîlan de ne, kiribû armanc.
Birîndarên teqînê bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo wek Rehmê , Nûr, Nafiz, Ferman û Selam hatin veguhestinû hijmareke mezin jî bo nexweşxaneya Niştimanî û ya Şehîd Xebat ku wek nexweşxaneyeke leşkerî tê naskirin hatin veguhestin, lê ji ber piraniya nexweşxaneyan pêdiviya wan bi derman û sîroman hene, hin birîndarên ku rewşa wan giran bûn canê xwe ji dest dan.
Ji ber dijwariya teqînê, bi dehan dukan, mal û avahiyên 3 qat û 4 qatî bi ser welatiyan de hatine herifandin.
Di vê dema dawî de nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê bi tevayî pêdiviya wan bi derman û alavên tendirustiyê hene.
Ji alî xwe ve, Hêva Sor a Kurd û bi alîkariya asayiş û ciwanên Kurd li bajarê Qamişlo hewldanên xwe dikin ku, alîkariyan bi nexweşxaneyan re bikin, di warê dabînkirina derman û alavên tendirustiyê û xwebexşiya cûreyên xwînê ji bo birîndaran.