Partiyên Tirkiyê derbarê çêkirina destûreke nû lihev dikin

Li Tirkiyê partiyên siyasî derbarê çêkirina destûreke nû ya derbarê darazê de gihaştin rêkeftinekê. Partiyên opozîsyonê dixwazin yaseya beriya niha ya derbarê darazê de were betalkirin û di destûra nû de daraz bêalî û serbixwe be.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5add2783-0d5a-4a16-8d59-56dfa1de6fae/RekeftinaDesturaNu.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê partiyên siyasî derbarê çêkirina destûreke nû ya derbarê darazê de gihaştin rêkeftinekê. Partiyên opozîsyonê dixwazin yaseya beriya niha ya derbarê darazê de were betalkirin û di destûra nû de daraz bêalî û serbixwe be.

Li Tirkiyê di Lûtkeya Serokan de ku Serokomar Erdogan serokatiya wê kir, rêkeftinek çê bû ku derbarê darazê de destûra nû were çêkirin. Li parlamentoya Tirkiyê xebatên vê destûrê bi nîqaşan berdewam e. CHP dibêje di demeke ku destûra nû tê gotûbêjkirin, ew tayînên ji bo Dadgehên Bilind durist nabînin. CHP îdia dike ku, daraz di bin hikmê siyasetê de ye û pêwîst dibîne ku, di destûra nû de dadger û dozger di biryarên xwe de serbixwe bin.

Parlamenterê CHPê Ali Ozcan dibêje: "Heger li welatekî dadger û dozger ne bi destê xwe bin, gelekî zehmet e ku demokrasî li wî welatî bi cih bibe. Gelekî zehmet e ku di navbera mirovên li wî welatî de aştî were sazkirin. Pêwîst e Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgêran were dabeşkirin."

Derbarê destûra nû de HDPê careke din da xuyakirin ku, helwesta wan ya derbarê destûra nû de gelekî zelal e. Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş xwast beriya her tiştî, ew yaseya beriya demeke kurt derket ya derbarê darazê de were betalkirin. Beştaş bal kişand li ser rewşa dijwar ya Tirkiyê û ji bo Tirkiyê ji vê rewşê derkeve giringî bi çêkirina destûreke nû ya li ser esasekî demokratîk, piralî, wekhev û azadîperest dît.

Li aliyê din li parlamentoyê komisyona lêkolînkirina darbeyê hate avakirin. Hate ragihandin ku piştî 15 endamên komisyonê were hilbijartin dê ji bo 3 mehan lêkolîn were kirin û encamên lêkolînê bi raporekê were ragihandin. Bi komisyonê tê armanckirin ku rê li ber darbeyan were girtin.