li Îranê girtin a xwepîşander ên Azerî berdewame
K24- Hewlêr
K24- Hewlêr pişştî xwe pêşanadan ên Azerîyan li Îranê dij bi rojnameyek a çap a Tewrêzê, girtin a xwepîşanderan berdewame û nivîser ê rojnameyê jî dibêje: Azwerî yên Îranê Turkin.
Ajans a nûçe ya Herana ya ser bi koma çalak ên maf ê Mirov li Îranê, duhê raghend: Piştî xwepîşamndan ên Azerîyan li parêzgeh a Azerbaycna, Wirmê û Erdebîl, girtin a azerîyan ji alî yê dezgeh ên asayîşî ve berdewame.
Berî hefteyekê çappbûn a gotarekê di rojname ya Terhê Nû, çap a Tewrêzê de, bû cih ê nerazbûn a azerî yên Îranê û xwepîşandan encamdan.
Rojname yê di mijarekê de nivîsîye: Sulryman Efşar Tekabî, çîrokek a şahname ya Firdewaî vegêrraye û bi ziman ê Rostem, ku kes ê yekê yê şahnameyê ye, bêrîzî li beranber Turkan hatibû kirin.
Piştî xwepîşandanan, Emîr Elîzade, sernivîser ê rojnameyê ku ew bi xwe jî azerîye, daxwaz a lêburînê kiribû, lê nivîser ê gotarê berevanî ji xwe kir û got: Ev mijar Min li dij bi Pan Turkîstan nivîsîye û Ez Azerî yên Îranê bi Turk nizanîm.
Suleyman Efşar Tekabî, Ew jî Azerîye, got: Di destpêkê de Pan Turkîstan ser ê xwe şêwandin û bê rêzî bernaber bi Farsan kir, lê dem a ku dîtin mijar ê min li rojnameyek a ser bi Azerîyan belav bûye, rûyê xwe vegerran alî yê Me.
Pişkek ji Azerî yên Îranê xwe bi Azerî û ser bi Arîyan dizanin û pişkek jî bi Pan Turkîst û dibêjin xwe şonasxwaz û nav ê Azerî bi bêrîzî dizanin û dibêjin nijad a me ser bi Turk û Turanîyane.