Li Tirkiyê 68 hezar karmend ji kar hatine dûrxistin

Ji kar dûrxistina karmendan herî zêde di wezareta perwerdehiyê de çêbû.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di çarçoveya rewşa awarte ku piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê de hatibû ragihandin nêzikê 67 hezar karmendên dewletê bi hinceta pêwendiyên wan bi Tevgera Xizmetê re heye ji kar hatin dûrxistin. Herwiha di vê çarçoveyê de hezar û 684 leşker jî ji kar hatin dêrxistin. 

Ji kar dûrxistina karmendan herî zêde di wezareta perwerdehiyê de çêbû.

Li gor daxuyaniya rêveberên dewleta Tirkiyê dê operasyonên li dijî Tevgera Xizmetê ku rêberatiya wê Fetullah Gulen dike berdewam be û hejmara binçavkirin û ji kar dûrxistinan jî zêdetir bibe. Tirkiyê niha gelek kes vê pirsê dike. Ger hewla derbeya leşkerî serbiketa gelo dê amarek wiha derbiketa holê an na?