Barzanî: Gelê Kurd li ser hemû astan qurbanî daye

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî îro pêşwazî li balyozê Çînê li Iraq Çîn Wîtçîng û şanda pê re kir, ku ji û Kunsilê Çînê li Hewlêrê Tan Banglîn û hejmarek ji şêwirmendên balyozxaneya Çînê li Bexdayê pêk hatibû.

K24 – Hewlêr

Di hevdîtinê de, Balyozê Çînê ragihand, Herêma Kurdistanê bo welatê wî cihê bayixê ye, herwiha amadehiya Çînê bo bihêzkirina pêwendî û dostaniyê û alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû waran de nîşan da.

Ji aliyê xwe, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî spasiya helwesta balyozê Çînê da û xweşhaiya xwe derbarê bihêzbûna pêwendiyên dostaniyê di navbera herdu aliyan de derbirî.

Herwiha Barzanî amaje bi dîroka dewleta Iraqê kir, ku gelê Kurdistanê li ser hemû astan qurbanî daye, lê beşê gelê Kurdistanê jenosid û binpêkirina mafên wî bûye.