Xebat û Perwerdehiya Çand û Hunerî Li Diyarbekirê berdewam e

Li navenda Cîgerxwîn ew berhemên ku ji aliyê şagirtan ve hatine çêkirin, li panoyan daleqandîne û ji her temenî welatî tên û dersa tembûr, erbane, sinema, wêne, wêje û şanoyê dibînin.
kurdistan24.net

K24-Diyaberkir

Li Bakûrê Kudistanê, şer û alozî berdewam in. Lê ji aliyê dinde, li navendên hunerî jî xebat û perwerdehiyên hunerî jî her berdewam in. Hunermendên Kurd dibêjin, şer wek li ser hemû jiyanê bandorên xeter li ser xebatên hunerî jî dike. Lê divê hunerkarî neyê rawestandin.

Li Bakûrê Kurdistanê, ji ber şer û pevçûnan, çalakiyên şahî û festivalan nayên kirin, lê xebatên geş kirin û bipêşxistina çand û hunera Kurdî berdewam in. Li Navenda Çand û Hunerî ya Cigerxwîn li ser 6 beşên hunerî xebat û perwerdehî tên meşandin.

Li ser wêje, wêne, muzîk, şano û sînemayê him nivşên nû tên perwerde kirin, him jî ziman û çanda Kurdî tê bipêşxistin.

Berpirsê beşa Sinemayê li Navenda Cigerxwîn Îlhan Bakir, ji Kurdistan24 re diyar dike ku, şer û pevçûnan li ser xebatên wan neyînî bandor kiriye, lê ew bi rik hewla berdewamiya hilberina çand û hunerê didin. Bakir dibêje hemû başên hunerî ji bo geşbûyîna civaka Kurd girîng e, lê sînema şewazeke berhevanînê ye û dikare bibandortir jêderên Kurdistanê bide nasîn.

Rêvebirê Beşa Sînemayê Li Navenda Çand û Hûnerî ya Cîgerxwîn Îlhan Bakir wiha got:"Kurd di rastî de, bê belge ne, di nav dîrokê de bê belge hatine hiştin. Sînema di heman demê de, wek belgeyeki ye, wek belgeyeke zindî kirinê jî dikare bandor bike û peywireke girîng bigre ser xwe. Ev taybetiya sînema yê jî ji bo Kurdan girîng e."

Hunermendên Kurd dibêjin, mezintirîn astengiya li pêşiya hunera Kurdî mêtîngerî û bêderfetiyên neteweyî ne. Ger ku Kurd jî wek miletên din bikaribin ji dewlemendiyên welatê xwe sûd bigrin dê karên hunerî yên baştirîn jî derbikevin hole.

Yusif Yuksel jî bavê 2 zarokan e û bi xwe jî mamoste ye. Yusif Yuksel ji Kurdistan24 re diyar kir ku, ji ber bê derfetiyan, wî nizamnibuye ku çi hunerkariyên wî hebûne. Ew dibêje min gelek dixwest ku li tembûrê bidim lê derfet çênebûye û hewl didim ku zarokên min bi aliyên xwe yên hunerî jî mijûlbibin.

"Min xwest keça min him li ser dramayê perwerehî bibine û him jî Kurdiya xwe bipêş bixe. Ji bo wî me anî. "

Li navenda Cîgerxwîn ew berhemên ku ji aliyê şagirtan ve hatine çêkirin, li panoyan daleqandîne û ji her temenî welatî tên û dersa tembûr, erbane, sinema, wêne, wêje û şanoyê dibînin.