Karvendanên vekirina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê

Xurtbûna Têkiliyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê li Tirkiyê hêvîyên ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurdan jî zêdetir dike.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Daxuyaniya Konsolosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam , ya ku gotîbû Herêma Kurdistanê dê li Tirkiyê nûnertiyekê veke dengek mezin derxist. Pispor vê rewşê wek  ''Ji Tirkiyê bo serxwebûna Kurdistanê piştgiriya eşkere''

binav dikin.

Tirkiye ya ku piştî Bînalî  Yildirim bûyî serokwezîrê wê poîtîkayên xwe yên ku ve demekê direjê li ser yekitiya axa Iraqê rêve dibe û yekitiya Iraqê bo xwe wek xeta sor binav dike diguherin  û li ser vê mijarê Tirkiye xwe ji bo gavên nû amade dike.

Daxuyaniya Konsolosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mehmet Akîf Înam , ya ku ji Kurdistan24 rê gotî  Herêma Kurdistanê dê li Tirkiyeyê nûnertiyekê veke dengek mezin derxist û ev gotin wek Tirkiye dê gavên cidî bavêjin tên nirxandin.

Pisporê Polîtîkayên derve û Rojnamevan Yildiray Ogur wiha got:''Ev pêngava Tirkiyeyê  piştgiriyek eşkereye bo serxwebûna Kurdistanê.Li gor min Tirkiye ,piştî hewldana derbeya leşkerî li ser vê mijarê xwe ji bo gavên radîkal û bilez re amade dike.

Herêma Kurdistanê jî wek Tirkiyê li gel Iraq,S[riye,Îran û Amerîkayê rastî heman pirsgirêkan tê. Ji ber wê ez bawerim di vî wextî deHewlêr û Enqere dê nêzîktîrî hevdu bibin. Li gor min Tirkiye dê piştgiriyek eşkere bide serxwebûna Kurdistanê û van pêwendiyan xurttir bike''

Rêveberê platforma  Pirsgirêkên Navnetewî Îdrîs Kardaş jî li ser serxwebûna Kurdistanê balê dikşîne ser Tirkiyeyê û radgihînê ku li herêmê tenê Tirkiye li serxwebûna Kurdistanê erênî dinêre.Her wiha  Li gor Kardaş pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê jî  ber bi hevkariyek stratejîk ve diçe.

Rêveberê platforma  Pirsgirêkên Navnetewî Îdrîs Kardaş wiha got:'' Eger ji referandumê serxwebûna Kurdistanê derkeve piştgiriya pêşîyê dê ji Tirkiyê bê û Tirkiye dê têkiliyên xwe xurttir bike…''

Xurtbûna Têkiliyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê li Tirkiyê hêvîyên ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurdan jî zêdetir dike.