Ji bo komkujiya Roboskiyê daxwaza darizandinê hat kirin

Li ser komkujiya Roboskiyê ku 5 sal berê di encama bomberandina firokeyên şer ên Tirk 34 Kurd hatibûn kuştin, derbarê Wezîrê Karên Navxweyî û Fermandarê Hêzên Hewayî yên wê çaxê de daxwaza darizandinê hat kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7e30342d-74ad-452f-80a6-bf0b71fcf027/BoRoboskiyeDaxwazaDarizandine.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li ser komkujiya Roboskiyê ku 5 sal berê di encama bomberandina firokeyên şer ên Tirk 34 Kurd hatibûn kuştin, derbarê Wezîrê Karên Navxweyî û Fermandarê Hêzên Hewayî yên wê çaxê de daxwaza darizandinê hat kirin.

Li Tirkiyê, kesên şeva 15'ê Tîrmehê bo derbeya leşkerî hewl dabûn, rola wan a li ser bûyerên berê yên xeternak jî eşkere bû. Li ser vê gelek bûyerên berê ji nû ve hat rojevê.

Wezîrê Vejenê yê Tirkiyê Berat Albayrak got: “Ez bawer im mijara Roboskiyê dê careke din were axaftin. Dosya dê ji nû ve vebe.”

Piştî axaftina Albayrak, komkujiya Roboskiyê ku li ser sînorê Şirnex û Başûrê Kurdistanê piştî bomberankirina firokeyên şer ên Tirk, 34 Kurd hatibûn qetlkirin, ji nû ve hat nîqaşkirin.

Li Stenbolê parêzer Müşîr Delîduman, der barê wezîrê karên navxweyî yê wê çaxê Îdrîs Naîm Şahîn û fermandarê hêzên hewayî yê wê çaxê Orgeneral Akin Ozturk ku wek rêberê derbeya leşkerî hatiye tohmetbarkirin daxwaza darizandinê kir.

Parêzer Muşîr Delîduman got: “Ji bo darizandina her du kesan me daxwaznameya xwe bo serdozgeriya komarê ya Enqereyê şand. Piştî hewla derbeyê hinek agahî û delîl nîşan da ku, van kesan bi zanetî bombe barandine ser gundiyan. Loma jî, em darizandina wan dixwazin.”

Parêzer Delîduaman, balê dikêşîne têkiliya navbera Şahîn û cemeata Gulen û wiha axivî: “Wezîrê karên navxweyî yê wê çaxê Îdrîs Naîm Şahîn serkirdeyê gladyoyê ye. Hikumet, du sal berê dema li dijî cimeatê operasyon kiribû, Şahîn nerazîbûna xwe nîşan dabû û îstîfa kiribû. Piştre hatibû dadxaneya Çaxlayanê û piştevaniya endamên cimaetê kiribû. Niha hemû karên wan ên kirêt eşkere bû. Dê hemû tev bên darizandin.”

Dozgerên leşker ên ku li doza Roboskiyê dinêriyan piştre ji tu kesî re ceza nedan û doz girtibûn, ji ber hewla derbeya leşkerî hatin zîndankirin. Niha tê payîn doza Roboskiyê di rojên pêş de ji nû ve dê dest pê bike.