Malbat ên serbaz ên girtî daxwaza dîtina zaro ên xwe

Xizmên serbazên ku bi tometa hewldana derbeya serbazî hatine girtin, di roja yekê ya hevdîtinê de li Stenbolê, pêş Zindana Sîlîvrî kom bûn. Malbatan daxwaza dîtina zarokên xwe dikin û dibêjin ew serbazên neçar in û tu guneha wan nîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a5f9f015-ba4d-4fb9-a052-4deada42c8b5/Xizemn%20Serbazan.ism/manifest

K24- Hewêrê

Xizmên serbazên ku bi tometa hewldana derbeya serbazî hatine girtin, di roja yekê ya hevdîtinê de li Stenbolê, pêş Zindana Sîlîvrî kom bûn. Malbatan daxwaza dîtina zarokên xwe dikin û dibêjin ew serbazên neçar in û tu guneha wan nîne.

Xizmên serbazên ku bi tometa hewldana derbeya serbazî hatine girtin, di roja yekê ya hevdîtinê de li Stenbolê, pêş Zindana Sîlîvrî kom bûn. Malbatan daxwaza dîtina zarokên xwe dikin û dibêjin ew serbazên neçar in û tu guneha wan nîne.

PKK

Di demjimêrên destpêkê yên serê sibê de, gelek kes li pêş zindanê hatin ba hev. Beriya salonên hevdîtinê qelebalix çêbûn.

Xizmên serbazan ku piraniya wan ji derveyî Stenbolê hatine, dibêjin nikarin dengê xwe bigihînin raya giştî û rayedaran. Bi rojan e li pêş girtîxane, li mizgeftan û gel xizmên xwe dimînin.

SB : Ozlem Umur - Hevsera Çawişê Pîspor Mehemed Umur:

"Ez hevsera serbazekî bi rûmet im. Em ne Gulençî ne. Em serbaz in. Du  hefte ne hesrên çavên me ranewestiye. Em dixwazin ev reşî ser me bê rakirin. Bila ter û hişk bi hev re neşewite."

Xizmên serbazan, rewşa heyî nerazî ne. Bi çepikan vê nîşan didin.

Dayika serbazekî xizmeta neçarî dibêje, Tenê 10 roj ma bû ku kurê wê vegere lê ev tişt hatiye serê wî.

"Ez bi dermanê ser piyan dimînim. Bi rojan e min dengê kurê xwe nebîhîstiye. Gotine tetbîqat e û kurê min birine. Ma ew çi dizane. Kurê min serbazê neçar e."

Xizmên serbazan dibêjin, bi banga serokomar derketine kolanê û hêjî di kolanê de ne. Lê tu rayedarek wan re tiştek nabêje.

Bo zarokên xwe di nav gumanê de ne.