kurê serokomarê Tirkiyê;Şeva kudetayê me xwe bo rewşa herî xirab amade kiribû

Bîlal Erdogan, kurê Serokomarê Tirkiyê dibêje, şeva hewldana derbeyê xwe bo rewşa herî xirab amade kiribûn û şanaz in ku hemû netewa Tirkiyê mirin daye ber çavê xwe û derketiye pêş tankan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/74d6d017-05de-4956-a104-3c636a6dcb66/Bilal%20Erdogan.ism/manifest

K24-Hewlêr

Bîlal Erdogan, kurê Serokomarê Tirkiyê dibêje, şeva hewldana derbeyê xwe bo rewşa herî xirab amade kiribûn û şanaz in ku hemû netewa Tirkiyê mirin daye ber çavê xwe û derketiye pêş tankan.

Bîlal Erdogan, kurê Serokomarê Tirkiyê dibêje, şeva hewldana derbeyê xwe bo rewşa herî xirab amade kiribûn û şanaz in ku hemû netewa Tirkiyê mirin daye ber çavê xwe û derketiye pêş tankan.

Bîlal Erdogan, bo temaşekirina xebat û pêşbirkên werzişa Tîrkevanî serdana bajarê Kayserî kir. Erdogan li wê derê derbarê şeva derbeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Bîlal Erdogan got, bavê wî Receb Tayîb Erdogan, bo rûdanên herî xerab ew têgihandine.

Bîlal Erdogan - Endamê Desteya Rêvebar ya Dezgeya TURGEV'ê, got:"Şeva derbeyê me xwe bo rewşa herî xirab xwe amade kir. Ez pê şanaz im ku, hemû ferdên vê netewê wiha ne. Ew şev li paş ma. Ji bo carek din tiştên wiha rû nedin, dema gavên pêwîste."

Piştî hewldana derbeya leşkerî li meydanên gelek bajaran, ji êvaran heta sibê "Nobeta Demokrasiyê" tê girtin. Malbata Erdogan jî di van çalakiyan de cih digre.

Bîlal Erdogan got:"... Dema Serokomarê me ji gel re got dakevin kolanan û li balefirê siwar bû. Me dizanî çiqas rewşek xerab e. Lê serokomar her tim digot, divê roj were, emê darkevin pêş tankin. Lê xwedê derketina pêş balefiran qismetê wî kir."

Şeva derbeyê Serokomarê Tirkiyê, tevî zarok û neviyên xwe li navçeya Marmarîsê di bêhnvedanê de bûn.

Derbekaran bi helîkopter û çekên giran êriş li hotêla ku Erdogan û malbata wî lê diman kirin. Lê Erdogan beriya demjimêrekê ji wê derê derket û vegeriya Stenbolê.