Mîtînga demokrasiyê li dijî Cuntayê hat lidarxistin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêze mîtîngên ku bi şîyara "Ji hemû şêwazên cuntayê re na, demildest demokrasiya rasteqînî" dabû destpê kirin. Di 31ê Tîrmehê de jî li qada îstasyonê ya Diyarbekirê lidarxist. Hevserokê HDPê Selahatîn Demirtaş, diyar kir ku Kurd 90 sal e, dibin qurbaniyê cunteyan û divê Tirkiye binketina vê hewldana cuntayê wek derfet bikar bîne û bi sazûman kirina demokrasiyê xwe ji gefa cunteyan rizgar bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1bea66a9-0b3c-477b-be2f-264d187ce733/MitingaLiDijiCunteyanuDxwazaDemokrasiye.ism/manifest

K24- Amed

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêze mîtîngên ku bi şîyara "Ji hemû şêwazên cuntayê re na, demildest demokrasiya rasteqînî" dabû destpê kirin. Di 31ê Tîrmehê de jî li qada îstasyonê ya Diyarbekirê lidarxist. Hevserokê HDPê Selahatîn Demirtaş, diyar kir ku Kurd 90 sal e, dibin qurbaniyê cunteyan û divê Tirkiye binketina vê hewldana cuntayê wek derfet bikar bîne û bi sazûman kirina demokrasiyê xwe ji gefa cunteyan rizgar bike.

Li Diyarbekirê, bi bangawaziya HDPê bi hezaran welatî, ji bo dijderketina cunteyan û pêşxistina demokrasiyê lihev civiyan. Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) û hevserokên şaredariya mezin yên Diyarbekirê jî li gel parlamenter û rêvbirên HDPê beşdarî mîtingê bûn.

Selahatîn Demirtaş di axaftina xwe de, balkişand ku li bakûrê Kurdistanê, leşger û polêsên dewletê welatiyên xwe gulebaran dikirin û dema wan ji bo rawestandina wî şerî, aştî û demokrasiyê bang li gel dikir rayedarên dewletê û hikûmetê wî bi xayînî tawanbar kirine, lê niha ew bixwe heman bangê li gel dikin. Hevserokê HDPê dazanîn ku, binketina hewla cuntayê ji bo ku şertên cuntekarî bi temamî bê rakirin derfeteki ye û ew jî bi demokrasi çareser kirina pirsa Kurd dikare pêkwere.

Selahatîn Demirtaş (Hevaserokê HDPê), dibêje:"Du rê li ber me ne, yek jê dê Tirkiyeyê careke din berbi welatekî têde mayîn çandî, bi teqemenî tije kirî, bi metirsiyên cunteyan ve bibe. Rêya din dê ber bi geşepêdan, demokrasi, aştî û rêbazên çareseriyê ve bibe. Di van deman de, biryara van herdû rêyan tê dayîn."

Welatiyan jî, mebesta hatina wê qadê ji Kurdistan24 re, bi gotinên kin û biwate anîn ziman.

Welatîyek jî dibêje:"Em ji bo aştiyê, wekheviyê hetin. Ji bo şer hebe, em dixwazin bila hemû wek xuşk û birayan bihevre, di nav aştiyê de bijîn."

Welatîyek dî dibêje:"Ji bo azadiyê hatim, ji bo aştiyê hatim, ji bo darbe çênebin hatim."

Koma muzikê ya ser bi Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve jî bi zaravayên Kurdî sitranan pêşkêş kirin û beşdarên mîtîngê jî bi gerandina govendê li ber muzîkê coşiyan.