Penaberên Sûrî li Stanbolê xaniyan dikirin

Li gorî lêkolîneke fermî, di nav 6 mehên yekem ên sala 2016'an de li Stenbolê, 10 hezar û 367 malbatên Sûrî xanî kirîne. Li gor sala borî, kirîna xaniyan a Sûriyan ji sedî 700 zêde bûye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1d644ccd-f68f-4c8d-bd72-acdab9f7b1c2/KochberenSuriyeyiXaniKirin.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li gorî lêkolîneke fermî, di nav 6 mehên yekem ên sala 2016'an de li Stenbolê, 10 hezar û 367 malbatên Sûrî xanî kirîne. Li gor sala borî, kirîna xaniyan a Sûriyan ji sedî 700 zêde bûye.

Hejmara malbatên biyanî ku li Stenbolê bi cîh bûne, li gor par zêdetir bûye. Li aliyê Ewropaya Stenbolê, di nav 6 mehên sala 2016'an de hejmara malbatên biyanî bûye 24 hezar û 854. Di nav hemwelatiyên biyanî de kesên herî zêde xanî kirîne, hemwelatiyên Sûrî ne. Li gorî hinek Sûriyan, ew kesên xaniyan dikirin wek şirîkî dikirin. Sûriyên ku rewşa wan nebaş jî hene û ji zêdebûna bihayên xaniyan gilîdar in

Hemwelatiyekî ji Efrînê bi navê Evdê Helabî ji K24ê re axivî û got: “Peydekirina xaniyan li Stenbolê gelek zehmet in. Piştî ku penaber hatin li Stenbolê bi cih bûn, buhayên xaniyan li gor berê zêdetir kirin.”

Hemwelatiyekî ji Efrînê Neşet Reşît jî dibêje: “Buhayên kirêyan zêde ne. Cihê 150 lêre ye niha gihîştiye 500'î, 700'î. Niha em li Bayrampaşayê rûdinin. Gelek tişt buha bûne.”

Saziya Ceyrana Bogazîçî (CLK) ragihand ku, bo abonetiya ceyranêzêdetir kesên Sûriyeyî serî li saziya wan dane û 10 hezar û 367 malbatên Sûrî li Stenbolê xanî kirîne. Emre Borayê ku xaniyan difiroşe da zanîn ku, bi cîh bûna hemwelatiyên biyanî bihayên xaniyan jî zêdetir bûye.

Xanîfiroş Emre Bora di vê derbarê de dibêje: “Hinek xanîfiroş hene, zêdebûna penaberan wek fersend dibînin û bihayên xaniyan zêdetir dikin. Ji ber vê penaberan zêdetir berê xwe didin cihên erzan û diçin li navçeyên wek Esenyurt û Beylîkduzuyê rudinin.

Sûriyên ku li Stenbolê ji xwe re xanî kirîne û kargeh vekirine, xuya ye dê jiyana xwe li vî bajarî berdewam bikin. Lê kesên ku nikarin debara mala xwe bikin dixwazin demildest vegerin welatê xwe.