Demîrtaş: Bo me aştî li Tirkiyê gelekî girîng e

Hevserokê partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş ragihand ku, herger wan piştgîrî daba kudetaya leşkerî dê Tirkiyê rûbirûyî şerekî navxweyî biba.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5c74bac2-cbd7-4135-aaf4-a8aa99afbbae/Demirtas%20Wan.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş ragihand ku, herger wan piştgîrî daba kudetaya leşkerî dê Tirkiyê rûbirûyî şerekî navxweyî biba.

Demîrtaş di mîtînga HDPê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de got: “Me ti demekê piştgîrî nedaye kudetayê û heger vê carê jî me piştgîrî bidaye kudetayê dê Tirkiyê berve şerekî navxweyî biçûya, lê me wisa nekir, ji ber ku ji bo me aştî li Tirkiye gelekî girîng e, çi bo Kurd û çi bo Tirk.”