Kurdekî Başûrî li Helebê xwe diteqîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ku ser bi rêxistina Fetih El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) de ye, duh li Helebê xwe teqand.
Li gor çalakvanên mafên mirovan li Sûriyê belav kirine, ku Kurdekî bi navê (El-Moxîra El-Kurdî) ji Başûrê Kurdistanê ye, duh li Helebê di yekem êrîşa Fetih El-Şam de xwe diteqîne.
Ji aliyê xwe ve, Fetih El-Şam belav kir ku, çekdarekî bi navê El-Moxîra El-Kurdî bûye yekem xwekujê wê rêxistinê û li başûrê rojavayê Helebê êrîşa xwe pêk aniye.
Her wek Fetih El-Şamê belav kiriye ku, bi dehan xortên Kurd wek çekdar di nava rêzên wê de şer dikin û di nava wê rêxistinê de jî navê “Eniya Îslamî ya Kurdî” li xwe kirine û ji du salan ve ew enî hatiye damezrandin.
Ev yek tê, piştî ku Eniya El-Nusrayê li Sûriyê berî çend rojan cudabûna xwe ji rêxistina Qaidê ragihand û navê xwe kir Fetih El-Şam.