Jina ji DAIŞê hatibû rizgarkirin li Holanda hate girtin

Jina Holandî ya ku tevlî DAIŞê bûbû û di meha borî de li Mûsilê xwe radestî hêza Pêşmerge kiribû, li firokxaneyeke Holandî ji aliyê desthilatên Holandayê ve hate desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jina Holandî ya ku tevlî DAIŞê bûbû û di meha borî de li Mûsilê xwe radestî hêza Pêşmerge kiribû, li firokxaneyeke Holandî ji aliyê desthilatên Holandayê ve hate desteserkirin.

Li gor ajansa “Rueters” duh Lora Hansun vedigerî Holandayê û li firokxaneya Sîxbol ji aliyê hêzên ewlehiyê ya wî welatî hate desteserkirin.

Dozgerê Giştî yê Holandayê ragihand ku, Lora Hansun ji meha Îlona 2015an heta meha 12 Tîrmeha 2016an de, li Sûriye û Iraqê di nava DAIŞê de mabû û bi wê rêxistina terrorist re kar dikir.

Lora Hansun 27 salî  ligel mêrê xwe yê Filestînî û du zarokan ve ji nêzîka salekê hatibû Tirkiyê û piştre derbasî Sûriyê bûbûn û tevlî DAIŞê bûbûn, piştre jî derbasî bajarê Mûsilê bûbû. Lora Hansun di 12 Tîrmehê de xwe radestî hêza Pêşmerge û hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê kir.

K24 jî wek yekem kenala televizyonî li ser asta cîhanê nûçeya xweradestkirina Lora Hansun belav kir û hevdîtin pê re kir. Hansun ji K24ê re got: “Spasiya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikim, ku alîkariya min û zarokên min kirin. Di dema rizgarkirina me de zarokên min birîndar bûbûn, lê hêza Pêşmerge ew derman kirin.”

Her di wê derbarê de, Berdevkê Wezareta Derve yê Holandayê ragihand, Nûnertiya Giştî ya Holandayê li Hewlêrê pêwendî bi berpirsên Herêma Kurdistanê dikir û heta vegera Hansun bo Holandayê, wan alîkarî pêşkêş dikirin.