Li Helebê 2 endamên Pasdarên Îranê tên kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di du rojên borî de, du endamên Pasdarên Îranê li nêzîkî Heleb û Hemayê yên Sûriyê hatin kuştin, çekdarên opozîsyonê jî dibêjin ku, hejmara kuştiyan ji wê zêdetir e.
Ajansa “Fars” belav kir, di du rojên borî de endamekî Pasdaran û endamekî din ya artêşa Îranê li nêzîkî Heleb û Hemayê hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve, çekdarên opozîsyona Sûriyê dibêjin ku, di şerê lê nêzîkî Helebê de 3 Îranî û 8 endamên Hizbulaha Libnanî hatine kuştin.
Ji çend du hefteyan ve rêjîma Sûriyê riya Kastêlo ya takane ya çekdarên opozîsyonê re li bakurê Helebê girtiye û çekdarên opozîsyonê kirine dorpêçê, hêzên opozîsyonê hewla vekirina dorpêça li ser Helebê dikin.