Wezîrê Bergîriyê hewlesta xwe bo serxwebûna Kurdistanê ragdihîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê derbarê helwesta Bexdayê derbarê serxwebûna Kurdistanê de dibêje, ev pirs nagihêje şer û kuştinê ligel birayên Pêşmerge, ev babet siyasî ye û pêwîstiya we bi gavên zêdetir heye.
Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Xalid Ubêdî di hevdîtinekê bi K24ê re ragihand û got: “Ev pirs nagihêje şer û kuştinê ligel birayên Pêşmerge, ev babet siyasî ye û pêwîstiya we bi gavên bratîkî yên zêdetir heye. Ev babet girêdayî Herêma Kurdistanê ye, em jî xwe naxin vê babetê, lê dilniyam e ku, ti nakokî bi Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re rû nadin.”
Ubêdî tekezî li ser wê rola hêzên Pêşmerge di operesyona rizgarkirina Mûsilê kir û got: “Operesyona rizgarkirina Mûsilê pêwîstî bi hevahengiya Herêma Kurdistanê re li asteke bikind heye. Divê rola hêzên Pêşmerge di vê operesyonê de hebe.”