Li Kobanê pirsgirêka nebûna derman berdewam e
K24-Kobanê
Saziyên tenduristiyê û nexweşxaneyên bajarê Kobanê gazinan ji kêmbûna dermên û sîroman dikin, nebûna hin cûreyên dermanan bi taybetî pêdeviyên zarokên ji nû ve ji dayîkdibin jiyana wan dixe metirsiyê de.
Xwedanê dermanxaneyan tekez dikin ku tevî buhabûna derman ew hewl didin ku dermên ji derve bînin û pêdeviyên saxlemiyê li deverê peyd bikin ,
lê dermanên wan li balafirgeha şamê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên girêday rejîmê ve tên rawestandin.
Di warê tenderûstiyê de bajarê Kobanê di rewşeke xirab de derbas dibe ji ber nebûna alavên nojan e yên pêwist ji bo encamdana neştergeriyan .
Koçberiya hejmareke mezin ji pizîşk, nebûna derman û dermansazên deverê, bandora xwe li ser jiyana kesên brîndar û nexwş hêla.