Îtalya bersiva Erdogan da

Berî niha Erdogan rexne li dadgehên Îtalyayê girtibû.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî rexne li daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan yên derbarê dadgehên Îtalyayê de girt.

Derbarê vê yekê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî li ser malpera xwe ya twîtirê ragihand ku,dadgerên Îtalyayê li gor yasa û destûra bingehîn ya Îtalyayê kardikin, Ne li gor Serokomarê Tirkiyeyê. Da zanîn ku ew yeke jî raseriya hikûqê ye.

Berî niha Serokomar Erdogan rexne li dadgehên Îtalyayê girtibû ku kurê wî Bîlal Erdogan ji aliyê dozgerên Îtalyayê ve wekî sextekar hatiye sûncdar kirin û gotibû ku bila dadgehên Îtalyayê dev ji kurê wî berde bi dû mafyaya xwe bikeve.