Heta niha 2 hezar û 640 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin

Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî di salvegera duyemîn ya karesata Şingalê de ragihand, heta niha 3 hezar û 764 Kurdên Êzidî di bin destê DAIŞê de mane û tenê 2 hezar û 640 kes hatine rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî di salvegera duyemîn ya karesata Şingalê de ragihand, heta niha 3 hezar û 764 Kurdên Êzidî di bin destê DAIŞê de mane û tenê 2 hezar û 640 kes hatine rizgarkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Êzidiyan, di destpêka êrîşa DAIŞê li ser Şingalê di destpêka meha Tebaxa sala 2014an de, bi giştî 6 hezar û 404 Kurdên Êzidî ketin destê DAIŞê, 3 hezar 538 keç û jin bûn û 2 hezar 866 kesên din bûn. Keç û jinên ku hatine revandin jî bi awayekî askere dihatin firotan. Herwiha nêzîkî yek hezar û 200 Kurdên Êzidî jî şehîd bûn.

Ji hejmara 2 hezar û 640 kesên ku hatine rizgarkirin, 953 kes keç û jin in û 32 kesên din jî mêr in. herwiha 684 kesên din jî zarokên nêr in, 757 kes jî zarokên keç in.

Ji hejmara 3 hezar û 764 kesên hîn di bin destê DAIŞê de mane, yek hezar û 914 keç û jin in. Yek hezar û 850 mêr in.

Nêzîkî 340 hezar kes ji Şingalê koçber bûn. Nêzîkî 60 hezar kesên din jî ji Başîk û behzan û navçeyên din koçber bûne. Piraniya koçberan hatine Herêma Kurdistanê û hin jî berve Rojava û Bakurê Kurdistanê çûne.

DAIŞê nêzîkî 64 mezar û perestgehên Êzidiyan jinav birine û tevahiya bajarok û gundên ku dagîr kiribûn jî talan kirine.

 Rêveberê Nivîsgeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî li Dihokê Hisên Koro ragihand, nêzîkî yek hezar û 400 zarokên Êzidî li Reqa, Mûsil û Tileferê perwerdeya leşkerî pê tê kirin.

Koro di konferanseke rojnamegerî de diyar kir, 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav mane. Zêdetirî 30 gorên bikomî li cihên ku hatine rizgarkirin hatine dêtin.

Di salvager duyemîn ya karesata Şingalê de, binkeya Laliş di daxuyaniyekê de rexne li Netewên Yekgirtî û welatên cîhanê girt, ku wek pêwîst alîkariya Şingal û welatiyên Kurd yên Êzidî nekirine, ku berê soza alîkariya wan dabûn.