Li Londonê jinek hate kuştin û 5 kes birîndar bûn

Di êrîşekê de li Londonê Paytexta Brîtanyayê, jinek hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşekê de li Londonê Paytexta Brîtanyayê, jinek hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsa Brîtanyayê ragihand ku, şeva borî li navçeya Russell Square ya Londonê, li nêzîkî mûzexaneya Londonê kesekî 19 salî bi kêrê êrîşî ser welatiyan kir, di encamê de jinek hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên polîsa Londonê, di rûbirûbûnê de êrîşker bi dabanceyeke kehrebê hate desteserkirin û bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Herwiha polîsa Londonê diyar kirin, eger e êrîşker nexweşiya derûnî pê re hebe, lê ne dûr e ku karekî terorî be.