Hizbulah: Eger e Iraq û Sûriyê bêne dabeşkirin

Hizbulaha Libnanî dibêje, bidawîbûna şer li Sûriyê ne di demek e nêzîk de ye û eger e Iraq û Sûriyê bêne dabeşkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hizbulaha Libnanî dibêje, bidawîbûna şer li Sûriyê ne di demek e nêzîk de ye û eger e Iraq û Sûriyê bêne dabeşkirin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanî ya Şîyî Şêx Neîm Qasim di hevdîtinekê de bi “Rueters” re ragihand ku, Îran, Rûsya û Hizbulah dê bi piştgîriya Esed heta dawiyê bikin, herwiha girtina Helebê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve jî, ne armanceke bilez e.

Qasim derbarê dabeşkirina Sûriye û Iraqê de got: “Ez dûr nabînim ku dabeşkirina Sûriye û Iraqê yek pêşniyaran be, lê dibe ku serkeftî be û dibe na. hêzên ku Sûriye û Iraqê yekgirtî dixwazin, heta niha dikarin li pêş ve çareyê rawestin, lê di pêşerojê de divê em nîgeran bin, ji ber ku hin welat dê Sûriye ûş Iraqê berve perçebûnê bibin.”  

Qasim di beşeke din de dibêje, destêwerdana Rûsyayê ji nava Sûriyê re, li dijî projeya Amerîkî erênî bû, herwiha pêwendiyên Rûsya û Îranê bi Sûriyê re bo mana Serokê Sûriyê Beşar Esed bû û bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re.

Ji destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011an ve, Hizbulaha Libnanî bi aliyê rêjîmê re şerê opozîsyonê dike, herwiha gelek endamên wê jî di şerê di Sûriyê de hatine kuştin.