Ebdilezîz: Hêvîdar in destpêşxeriya Barzanî bigihe armanc xwe

Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje: “Hêvîdar in destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê bigihe armanc xwe, bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî.”

K24 – Navenda Nûçeyan  

Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje: “Hêvîdar in destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê bigihe armanc xwe, bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî.”

Rêberê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz di konferanseke rojnamegeî de got: “Di civîna îro de, behsa pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û civîna Fûad Hisên ligel aliyên siyasî hate kirin, hêvîdar in destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê bigihe armanc xwe.”

Derbarê bidarvekirina hejmarek çalakvanên civaka sivîl ji aliyê Îranê ve, Ebdilezîz ragihand, şermezarkirina bidarvekirina Îranê dikin, bidarvekirina xelkê li ser wê yekê be ku Sune be yan Şîe be, pir metirsîdar e.

Ev daxuyaniyên Ebdilezîz piştî ku îro ligel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn hat, ku li gor zanyariyan mijara sereke yaw ê civînê avakirina eniyeke îslamî bûye, ku ji demekê ve hêzên îslamî yên Herêma Kurdistanê kar bo yekê dikin.