49 welatan piştevaniya Tirkiyê kirin

Nûnerên 49 welatên biyanî li dijî hewla kutedaya 15'ê Tîrmehê a li Tirkiyê, bo şermezarkirina kutedayê li Stenbolê hatin cem hev û piştevaniya xwe bo Tirkiyê ragihandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/03b8e587-0595-4ae1-a4b0-e1f589c21806/daxuyani.ism/manifest

K24 – Stanbol

Nûnerên 49 welatên biyanî li dijî hewla kutedaya 15'ê Tîrmehê a li Tirkiyê, bo şermezarkirina kutedayê li Stenbolê hatin cem hev û piştevaniya xwe bo Tirkiyê ragihandin.

Berpirsên hikûmeta Tirkiyê, ji ber ku welatên Ewropayê li dijî hewla kutedayê bertekên tund nîşan nedabûn, rexne li Ewropayê girtibû. Li ser vê yekê 49 nûnerên siyasî yên biyanî li Stenbolê li dijî kutedayê daxuyanî dan.

Beşdaran di civînê de ku ji aliyê jûreya bazirganiya Stenbolê ve hat birêvebirin li dijî kutedayê amaje kirin ku, li pişt Tirkiyê ne.

Serokê jûreya bazirganiya Stenbolê Îbrahîm Çaglar amaje kir ku, têkbirina kûtedayê ne bi tenê bo Tirkiyê ji bo hemû welatan girîng e. Çaglar got: "Van terorîstan eger amanca xwe pêk bianiyana, ligel bêîstîkrariyeke siyasî, hem li navwelêt hem li cîranên welêt aloziyeke mezin çê dibû."

Li gel Amerîka, Almanya û Îngilîstan serkonsolê 26 welatan û 23 rayedarên welatan beşdarî civînê bûn. Serokonsolê Stenbolê yê Îngilîstanê Nîcholas Kay jî ragihand ku ew li dijî kûtedayê ne û piştevaniya Tirkiyê dikin.

Serokonsolê Stenbolê yê Brîtanyayê Nîcholas Kay jî got: “Bîrtanya, hewla kutedayê bi awayekê eşkere şermezar kiribû, xwedî li vîna gel a Tirkiyê û serfiraziya demokrasiyê derdikeve.”

Civîna serkonsolosan a li dijî hewla kutedayê, ji aliyê Tirkiyê ve wek civîneke derengmayî hat nirxandin.