Tirkiye çi bi dê dest bixe, bi sererastkirina di warê îstixbaratê de?

Îstixbarata Tirkiyê jî kete nava wê kiryara jinûve dizaynkirina pergalê ya ku piştî hewla darbeyê ya 15ê Tîrmehê dest pê kir. Partiyên opozîsyon li dijî vê kiryarê reaksiyoneke tund nîşanda. Muxalefetê îdia kir ku hikûmet ji bo xwe îstîxbaratê ji nû ve saz dike.

K24- Hewlêr

Îstixbarata Tirkiyê jî kete nava wê kiryara jinûve dizaynkirina pergalê ya ku piştî hewla darbeyê ya 15ê Tîrmehê dest pê kir. Partiyên opozîsyon li dijî vê kiryarê reaksiyoneke tund nîşanda. Muxalefetê îdia kir ku hikûmet ji bo xwe îstîxbaratê ji nû ve saz dike.

PKG- Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di daxuyaniya xwe de bal kişandibû ser kêmasiya îstixbaratê ya piştî hewla darbeya leşkerî ku di 15ê Tîrmehê de pêk hatibû û gotibû ew ê vê bêrûpêkiyê sererast bikin.Li gorî Yildirim bi riya kiryarên nû wê MÎTa Tirkiyê baştir karibe hemû agahiyan bihevre binirxîne û pêşî li gefên hindûrîn û derve bigre.

CHPê li hember daxwaza hikûmetê ku MÎTa Tirkiyê bike du parçeyan reaksiyon nîşanda. Herwiha sipartina îstixbarata leşkerî ya bo MÎTê ku berê ev yek hatibû kirin ji aliyê CHPê ve wek kêmasiyeke mezin hate nirxandin. Parlamenterê CHPê Nurettîn Demîr îdia kir ku AK Partî îsîstixbaratê li gorî xwe ji nûve saz dike.

Prof.Dr. Nurettin Demir-Parlameterê CHPê, dibêje:"Ne bawerim ku bi wan pêşniyazên çareserkirinê encamek bi dest bikeve di warê îstixbaratî de. Sererastkirina nû tê wê wateyê ku îstixbarat jî dikeve bin hikmê siyasetê. Ev yek jî dê encamên gelekî metirsîdar derxîne holê"

Parlamenterê MHPê Umît Ozdag di civîna xwe ya çapemeniyê de bal kişande ser daxuyaniya xwe ya berê ku tê de gotibû di warê îstixbaratî de kêmasiyên mezin hene.

Umit Ozdag- Parlamenterê MHPê, dibêje:"Xebatên derbarê jinûvesazkirina îstixbaratê gelekî girîng in. Ew qasî girîng in ku dahatûya vî welatî diyar dike. Di hefteya li pêş me de, ez ê derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke berfireh bidim. Ez jî dibêjim kêmasiyên îstixbaratê hebûn."

Herwiha li ser vê mijarê diyar bû ku hîna ji Serokwezîriya Tirkiyê biryarek nehatiye wergirtin. Lê belê tê çaverêkirin ku piştî gotûbêjên bi Serokkomar Erdogan re dê biryareke teqez were girtin û bi biryarnameyeke nû bê ragihandin.