Tirkiye şûna Ewropa û Amerîkayê nêzîkî Rûsyayê dibe

Rayedarên Tirkiyê amaje kiribûn Amerîka û welatên Ewropayê li dijî hewla derbeya leşkerî bêdeng mane û nerazîbûna xwe bi awayekê zelal nîşan nedane. Ev yek jî bû sedema nîqaşên guhertina polîtîkaya derve ya Tirkiyê. Li gor pisporan jî Tirkiye di heyama pêş de ji ber helwesta Ewropa û Amerîkayê ya li dijî hewla kûtedayê, wê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a3aaf9ed-b447-4378-8d31-89c00fd030bb/TekiliyenTirkiyeEuropa.ism/manifest

K24-Stenbol

Rayedarên Tirkiyê amaje kiribûn Amerîka û welatên Ewropayê li dijî hewla derbeya leşkerî bêdeng mane û nerazîbûna xwe bi awayekê zelal nîşan nedane. Ev yek jî bû sedema nîqaşên guhertina polîtîkaya derve ya Tirkiyê. Li gor pisporan jî Tirkiye di heyama pêş de ji ber helwesta Ewropa û Amerîkayê ya li dijî hewla kûtedayê, wê zêdetir nêzîkî Rûsyayê bibe.

Piştî têkbirina hewla derbeya leşkerî a li Tirkiyê, li ser polîtîkaya derve ya Tirkiyê nîqaş tê kirin. Sedema nîqaşan jî helwesta Amerîka û Ewropayê ya li ser hewla derbeyê ye.

Rayedarên Tirkiyê, dibêjin serkirdeyên Ewropayî li dijî kûtedayê bertekên tund nîşan nedane û tu serkirdeyên siyasî nehatine serdana wan. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di bernameya televîzyona dewleta Îtalyayê de amaje kir ku ew ji ber vê yekê nîgeran in.

Recep Tayyîp Erdogan-Serokkomarê Tirkiyê, got: Dema li Belçîkayê, li Parîsê 5, 10 kes dimirin, serokên hemû welatan diçin wir ma ne? Li Tirkiyê, derbe li demokrasiyê tê kirin, 238 şehîden mê hene lê mixabin ji Yekîtiya Ewropayê tu kes nehatiye Tirkiyê.

Niha piştî geşedanên dawî, qala guhertina polîtîkaya derve ya Tirkiyê tê kirin. Li gor pisporan Tirkiye, piştî kûtedayê di siyaseta xwe ya derve de dest bi heyameke nû dike.

Pisporê polîtîkayên derve rojnameger Ozcan Tîkît da zanîn ku Tirkiye di heyama nû de dê beramberî Ewropa û Amerîka nêzîkî Rûsyayê bibe. Li gor Tîkît ev yek dê bi kêrî başûrê Kurdistanê jî bê.

Ozcan Tîkît-Rojnameger, dibêje: Bi rastî ku Amerîka siyaseta xwe ya derve ya li Rojhilata Navîn neguherîne, Tirkiye ji aliyê siyasî ve dê têkiliyên xwe digel Rûsyayê baştir bike. Têkiliya Tirkiye û Amerîka dê dê wek endamekî NATO'yê berdwam bike. Têkiliya Tirkiyê û Ewropayê jî dê bikeve rêyeke rasyoneltir.

Li gorî pisporê têkiliyên derve lêkolîner Veysel Kurt, Tirkiye di polîtîkaya derve de dema nêzîkî welatekî bibe tu carî xwe ji welatên din jî dûr naxe.

Veysel Kurt-Pisporê Têkiliyên Derve, dibêje:Tirkiye, dema nêzîkî Rûsyayê bibe bi temamî têkiliyên xwe digel welatên Ewropayê qût nake. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe digel hemû welatan dê di nav têkiliyê de be. Li gor şertên konjokturel, ji bo berjewendiyên xwe dibe ku dewsa Ewropayê bi Rûsyayê re bi ser keve.

Her çiqas pisporan bibêjin, Tirkiye bi temamî ji welatên Ewropayê  dûr nakeve jî, lê êdî li Tirkiyê siyaseta hundir û derva weke beriya hewla derbeyê ya 15'ê Tîrmehê dê nebe.