Parêzgehbûn û hilwêst a gel

Li Şirnexa bajarê bakurê Kurdistanê hêj qedexeya derketina kolanan berdewam dike û welatiyên ku li benda rakirina qedexeyê bûn bi pêşnûmeya parêzgehbûnê şaş û metal mane û naxwazin şirnax ji parêzgehbûnê bê derxistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/05f0cef9-b64b-431e-bc9d-b847956e3242/ParezgehbunUHelwestaGel.ism/manifest

K24- Şirnax

Li Şirnexa bajarê bakurê Kurdistanê hêj qedexeya derketina kolanan berdewam dike û welatiyên ku li benda rakirina qedexeyê bûn bi pêşnûmeya parêzgehbûnê şaş û metal mane û naxwazin şirnax ji parêzgehbûnê bê derxistin.

Li Parlementoya Tirkiyê pêşnûmaya ku Colemêrg û Şirnêx ji parêzgehbûnê bên derxistin û di şûna wan de Cizîr û Gever bibin parêzgehên nû, nîqaşên li ser wê yekê berdewam dikin û tê çaverêkirin ku dê ev pêşnûme demek nêz de bê pesendkirin.

Lê belê welatiyên Şirnax û navçeyê bi vê biryarê nerazî ne û nazwazin parêzgeha wan bê guhertin. Welatiyên Şirnaxî yên ku ji ber qedexeya derketina kolanan ev 5 mehin naçin malên xwe dibêjin ku bi vê biryarê mala wan carek din hatiye wêrankirin.

Mustafa Batmaz - Welatî – got:"Ez qebûl nakim Şirnex ji parêzgehtiyê bikeve. Bila Cizîrê jî bikin parêzgeh em ne li dijî wê ne. Lê me divêt Şirnex ji parêzgehtiyê dest nederkeve tu awantaj û dahatuya me tunî ne. Îro Şirnex parêzgehî ji destê de biçe em ê hemû bimînin birçî. Tu dehatuya me nîn e. Ne rê ye ne rêbaz e. Cizîr li ser rêya Kerwanê ya Îpekê ye dikare xwe xwedî bike lê Şirnex nikare."

Welatiyên Cizîra ku dê bibe parêzgeha nû jî her çiqas navçeya wan bibe parêzgeh û bi vê yekê kêfxweş bin jî rave dikin ku xwezî beriya qedexeyan ev yek pêk bihata. Welatiyên Şirnexî yên ku bê cih û war mane dibêjin ku bi wê yekê tê xwestin ku Kurd carek din malên xwe biterikînin.

Ali Caner - Welatî – got:Tiştek di destê me miletê Şirnexê de nema ye. Wîlayet mabû ew jî ji destê me tê derxistin. Çi mal û milk ji me re nemaye li Şirnexê. Hemû xerakirin, hemû şewitandin. Gel li dol, çiya û çadiran de perîşan bûne. Kes halê vî gelî napirse, miletekî bê xwedî ye.

Welatiyên Şirnaxî dibêjin ku ger Şirnax ji parêzgehbûnê bê derxistin dê gelheya bajêr ya 70 hezarî dakeve 30 hezarî û dê kêşeyên mezintirîn li pey xwe bîne. Herwiha welatiyên Şirnexî yên ku li benda rakirina qedexeyê bûn jî rave dikin ku bi vê biryarê carek din dewletê ew mexdur kirin.