Amerîka 8 hezar penaberên Sûrî qebûl dike

Biryare hejmara wan bighe 10 hezar penaberî.

K24-Navenda Nûçeyan

Alîkara Wezîrê Derve ya ofîsa penaber û koçberiyê yê Amerîkayê An Rîtşard ragehand ku welatê 8 hezar penaberên Sûrî qeûlkirin.

Derbarê vê yekê  Alîkara Wezîrê Derve ya ofîsa penaber û koçberiyê An Rîtşard da zanîn ku dê lêpirsîn derbarê hin penaberên din jî were kirin daku penaberiya wan jî were qebûlkirin.

Rîtşard aşkere kir biryare berî bidawî bûna sala darayî di 30ê Îlûna bê de pêwîste ew hejmar bighe 10 hezar penaberî.

Tê zanîn ku biryara Serokê Amerîkayê Barak Obama bi pêşwazîkirina 10 hezar penaberên Sûrî bûbû cihê nerazîbûna alîgirên partiya Cemawerî di Kongirêsa wî welatî de.

Ji dest pêka kirîza Sûriyê heta niha bi milyonan welatiyên wê penaberî Ewropa û derdora wê bûn e.