Balyozê Amerîka li Enqerê: li Amerîkayê dadgeh serbixwe ne

"Amerîka ew derbe plan nekiriye, piştevanî nekiriye û jê agahdar jî nebûye."

K24-Navenda Nûçeyan

Balyozê Amerîka yê Enqerê John Bass dibêje tu pêwendiya Washingtonê bi hewldana derbeya Tirkiyê nîne û bi tometên wiha diêşe.

Bass duh, bi hin rojnamevanên Tirkiyê re li Stenbolê hat ba hev û got, Amerîka ew derbe plan nekiriye, rêve nebiriye, piştevanî nekiriye û jê agahdar jî nebûye.

Bass got, Încîrlik ne baregeha Amerîkayê ye bi destûra hikûmeta Tirkiyê wê derê bikartînin, ji ber hewldanên wê derê tu agahiya wan nîne.

Bass got, li Amerîkayê dadgeh serbixwe ne û qasê hikûmetê erkên wan hene. Ji ber vê nizanım dê radestê Tirkiyê bê kirin yan na û bo bandor li biryara dadgehê nebe, di vê warê de naxwaze tiştên zêde bêje.