Yaban karasata Hîroşîma bibîrtîn e

71 sal bi ser karasatê ve derbasbûn.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Yabanê 50 hezar kesî beşdarî di merasîmê salvegera karasata Hîroşîma yê.

Her sal di roja 6ê Tebaxê de welatiyên Yabanê karasata Hîroşîma bibîrtînin, ev71 salin li ser kareseta hîrosîma yê japoniyayê derbas dibin, her sal jî di 6 tebaxê de zenglên aştiyê di heman dema ketina bombeya atomî de lê didin, îsal jî nîzîkî 50 hezar kes beşdarî reûresmên vê bîranînê dikin.

Derbarê vê yekê Serokwezîrên Japonyayê Shinzo Abe wiha got:"Divê em rê nedin ezmûna Hîroşîma û Nagazakî ya berî 71 salan dubare bibe, ev yek berpirsayetiya me ye, pêwîste em berdewam kar bikin daku dubare nebe."

Piştî kareseta Hîroşîmayê, barak Obama yekem serokê Amrîkî bû ku seredana wî bajarî dike, Obama handa hemû welatan ku di cîhaneke bê çekên atomî  de bijîn.

Ji aliyê xwe ve Serokbajarê Hîroşîma Kazumi Matsui wiha aixfî:"Gotinên serok Obama tekez dikin ku bandora Hîroşîmayê li ser wî hebû, ev bajar dijî hemû corên çekên atomî ye, ez han didim serkirdeyên hemû welatan ku serdana Hîroşîma û Nagazakî bikin."

Di 6ê Tebaxê de sala1945an de, di dema şerê cîhanî yê duyem de, Amerîkayê bombeyek atomî avête bajarê Hîroşîma, bi hezaran hatin kuştin, piştî wê bi sê rojan Nagazakî jî hate armanckirin û welatê japonê xwe radest kir, şer jî bi dawî hat.