Derbarê Gulen Amerîka şandekê dişîne tirkiyê

Armanca wê jî gotûbêjkirina doseya Gelen e.

K24-Navenda Nûçeyan

Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê di derbarê radestkirina Rêberê Tevgera Xizmetê Fetullah Gûlenî de hefteya bê ji bo gûftûgoyan dê şandeyek bişîne Tirkiyê.

Wezareta Dadê yê Amerîkayê nameyek şand bo Tirkiyeyê û pêşniyar kir ko li ser mijara radestkirina Fetullah Gûlenî bi armanca gotûbêjan bikin Tirkiye bo Amerîkayê şande bişîne. An jî li ser daxwaza Tirkiyê ew dikarin şandeyek ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê bişînin Tirkiyê.

Li ser vê yekê Wezreta Dadê yê Tirkiyê kom bû û bersiva Amerîkayê da. Wezaretê diyar kir ku pêştir bila ji Amerîkayê şandeyek serdana Tirkiyê bike û piştre jî ew ê şandeyek bişînin Amerîkayê.

Li ser vê bersivê Wezreta Dadê ya Amerîkayê biryar da ku hefteya bê şandeyek bişîne Tirkiyeyê û ligel rayedarên Tirkiyê bicivin.