Rê nehat dayîn ku serdana Ocalan bê kirin

Dadgeha Destûrî daxwaza parêzerên Rêberê PKK abdulah Ocalan bo serdan û agahdarbûn li rewşa wî ya tendurist red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Destûrî daxwaza parêzerên Rêberê PKK abdulah Ocalan bo serdan û agahdarbûn li rewşa wî ya li girtîgeha Îmraliyê tendurist red kir.

Piştî kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê, bo agahdarbûn li rewşa tenduristî ya Rêberê PKKê Abdulah Ocalan, parêzeran daxwaza serdana Ocalan bikin, lê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê daxwaza parêzeran red kir.

Li Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî û şûn ve, parêzer û malbata Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan dibêjin ku, bi gotinên rayedarên dewleta Tirkiyê yên li ser saxlemiya Ocalan bawer nabin. Malbat û parêzerên Ocalan amaje bi wê yekê dikin ku, heta ew li gel Ocalan hevdîtineke rûbirû nekin, dilê wan rihet nabe.