Tirkiye: Saziyên polîs û artêşê têne nûkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Birêveberiya Ewlekariya Tirkiyê aşkere kir, bo perwerdehiya polîsiyan 10 hezar namzetên polîstiyê dê bêne wergirtin.
Hat ragehandin, bo navendên perwerdeya polîstiyê hezar jin û 9 hezar mêr dê bên wergirtin û şert û mercên serlêdanê hatin aşkerekirin.
Di navbera 8 û 19'ê Tebaxê de serlêdanên dest pê dike.
Piştî hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyê, ji nav artêş û polîsan gelek endamên polîsan bi tuhmeta nêzîkî cemaeta Fethulah Gulen in, ji kar hatibûn dûrxistin.
Herwiha dibistan û akademiyên leşkerî jî hatibûn daxistin. Hikûmeta Tirkiyê dixwaze saziya polîs û artêşê ji nû ve darişîne.