“Cemaeta Gulen bû sedema bidawîbûna proseya aştiyê”

Li Tirkiyê piştî têkbirina hewla kutedayê, rêxistina ku her tim rê li ber safîkirina kêşeya Kurd digirt eşkere bû. Berpirsên bûyerên ku bûne sedema bidawîbûna proseya aştiyê, derket ku endamên cimeata Fethullah Gulen in.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/da6ca639-5f52-4690-997b-a1cff6f213c7/rola%20fethulla.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê piştî têkbirina hewla kutedayê, rêxistina ku her tim rê li ber safîkirina kêşeya Kurd digirt eşkere bû. Berpirsên bûyerên ku bûne sedema bidawîbûna proseya aştiyê, derket ku endamên cimeata Fethullah Gulen in.

Cimeata Fethullah Gulen ku ji ber kutedaya leşkerî ya li Tirkiyê tê tohmetbarkirin, wek li ser gelek meseleyan derbarê pirsgirêka Kurd de jî rê li ber xîretên bo çareseriyê girt.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 2005'an de dema bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest bi xebatê kiribû, medyaya cimeatê, rexne li Erdogan girtibû.

Endamên cimeatê yên di saziya darazê de bi cih bûne, beramberî pêşketina siyaseta Kurd, bi navê dozên KCKê siyasetmedarên Kurd avêtin zindanan.

Dadwer û dozgerên ku biryara girtina Kurdan dabûn, di çarçoveya lêpirsîna kutedayê de hatin girtin. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ê Stenbolê Parêzer Sînan Zîncîr ku li dozên KCK dinêrê da zanîn ku, ji bo ku dozên KCKê ji nû ve bên destpêkirin serî li dadxaneyan da.

Zîncîr ji K24ê re axivî û got: "Li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê 3 hezar kes di dozên KCKê de girtîne. 10 hezar kes jî wek bêgirtî tên darizandin. Me di serî de jî gotibû dadwer û dozgerên wê çaxê biryarên derhiqûqî didin, niha hatine girtin û hikmê biryara wan jî nemaye. Ji bo serbes berdana KCKiyan me daxwaza darizandineke nû kir."

Di sala 2009'an de li Osloyê, rayedarên Tirk û PKKê hevdîtin kiribûn, agahiyên vê civînê jî ji aliyê cimeatê ve hat belavkirin û rê li ber guftûgoyan hat girtin.

Dema proseya aştiyê berdewam dikir, di sala 2011'an de di encama êrîşa PKKê de 13 leşker canê xwe ji dest dan. Piştî 5 mehan komkujiya Roboskiyê rû da û 34 gundiyên Kurd hatin kuştin. Di her du bûyeran de fermandarên Tirk ku wek endamên cimeatê tên zanîn û biryara operasyonê dabûn, piştî hewla derbeyê leşkerî a şeva 15'ê Tîrmehê hatin girtin.

Rawêjkarê saloxgêriya Tirkiyê Hakan Fîdan û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin ji bo bidawîbûna pevçûnan li hev civiyan, lê hinek dadwer û dozgerên cimeatê xwestin ku Fîdan desteser bikin û biavêjin zindanê.

Cengîz Çîçek parêzerê Ocalan û di doza KCK'ê de 3 sal di zîndanê de maye. Li gor Çîçek, cimeat di ser Kurdan re dixwest desthilatdar bibe û cimeat bûye gefeke mezin.

Çîçek dibêje: “Dema dozên Balyoz û Ergenekonê kesên ku bala xwe nedidan kuştinên li Bakurê Kurdistanê, îro naxwazin ku zilm û zordariya cimeatê li ser Kurdan bibînin. Cimeat ji bo ku di saziya saloxgeriyê de bi cih bibe, li dijî Kurdan operasyon dikir. Ligel vê kutedayê derket holê ku hemû Kurd mexdurên cimaetê ne.”

Herî dawî li Serêkaniya Rihayê, kuştina 2 polîsên Tirk bû sedema bidawîbûna proseya aştiyê. Niha li ser kuştina her du polîsan qala rola cimeata Gulen tê kirin.

Parlamenterê HDP'ê hiqûqnas Mîthat Sancar ji bo hemû bûyerên ku tê de têkiliya cimeatê hene ji aliyê parlamentoyê ve bê vekolandin, pêşniyaznameyekê amade kir. Sancar got; ji bo betlakirina hemû dozên ku dadwer û dozgerên hatin girtin lê dinêriyan pêşniyara yasayê dikin.

Sancar got jî: “Cimeat ji bo têkçûyîna proseya aştiyê her tim hewl da û hemû xirabiyan kir. Li Osloyê jî, li Farqînê jî, li Roboskiyê jî, li meseleya saloxgeriyê jî di hemû van bûyeran de rola cimeatê hene. Jixwe piştî van bûyeran proseya aştiyê bi dawî bû.”

Cimeata Gulen ku salên dirêj bi bûyerên cuda rê li ber çareserkirina pirsa Kurd girtibû, wek hewla xwe ya kutedayê têk çû. Têkbirina hewla derbeyê ya cimeatê hêviyên bo safîkirina kêşeya Kurd jî geştir dike.