Spanya: 2 hezar hiktar zevî û daristan hatin şewitandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Spanyayê, ji ber sedema pêketina agir nêzîka 2 hezar hiktar zeviyên çendiniyê û daristan şewitîn, ji ber vê yekê jî metirsî li ser jiyana 2 hezar û 500 kesên ku li wê deverê dijîn heye.
Li Spanyayê agir bi daristana Lapalma ket û 8 helîkopter yên agirkuj û hejmarek ji firoke û tîmên agirkuj li wê herêmê hewla vemirandina agir dikin.
Hat ragihandin ku, ji ber bilindbûna pileya germahiyê tîmên agirkujê nikarin agir kontrol bikin.
Nêzîkî 2 hezar û 500 kes ku li wê deverê dijîn, ku metirsî li jiyana wan hebûye, ji wê deverê hatin veguhastin. Herwiha heta niha nêzîkî 2 hezar hiktar zev û daristan hatine şewotandin.
Salane li werzê hevînê agir bi daristan û zeviyên Spanyayê dike û ziyaneke mezin digeha sirûşt û jîngeha wî welatî.