Barzanî piştevaniyê li daxwazên Pêşmergeyên dêrîn dike
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî piştevaniya xwe bo daxwaza Pêşmergeyên dêrîn ragihand.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêşwazî li şanda hevbeş ya Dezgeha Bilind ya Eylolê û Komela Pêşmergeyên Dêrîn kir, ku ji endamên her du dezgehan pêk hatibû.
Di civînê de berpirs û endamên Dezgeha Bilind ya Eylolê û Komela Pêşmergeyên Dêrîn amaje bi pirsgirêk û jiyana Pêşmergeyên dêrîn kirin, herwiha daxwaz kirin ku Serok Barzanî xema wan bixwe û hesabekî taybet bo ked û xebata Pêşmergeyên dêrîn û xizmeteke baş bo wan were kirin.
Her di wê civînê de, bi mebesta rêkxistina mûçe û daxwazên wan, amaje bi pêkanîna komîteyeke taybet bo cibicîkirina biryaran hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de, şanda hevbeş ya Dezgeha Bilind ya Eylolê û Komela Pêşmergeyên Dêrîn piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Barzanî bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ragihandin.
Di hemberê de, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî spasî û pêzanîna xwe bi xebat, ked û qurbanîdayîna Pêşmergeyên dêrîn derbirî û piştevaniya xwe bo mafên wan ragihand. Herwiha amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêka siyasî, pêşeroja Kurdistanê û pêwendiyên ligel Bexdayê kir, ronahî xiste pêngavan bo serxwebûn û peydakirina mafê çarenivîsî yê gelê Kurdistanê.