Li Rojava parzûngehên petrola xam dibe sedema nexweşiyan
K24-Qamişlo
Hebûna hejmarek mezin ji heraqe ango parzûngehên petrola xav ên kevin ku li hin bajarên Rojavayê kurdistanê bilav dibin û bo cûdakirina cûreyên petrolê têne bi karanîn dibin sedema pîsbûna keş û hewayê li deverê herwiha bilav bûna hejmarek nexwşiyan.
Li gor karkerên parzûngehan pêdeviya piroseyên berhmhênana benzîn û mazot ango gazwayilê bi pileyeke zêde ji germê hiye.
Lewma teqneke mezin ji gaza jehrawî ber bi azmane ve diçe.
Pîşeya parzûnkirina nifta xav li palavgehên picûk karekî dijwar û metirsîdar e,ji ber ku gelek caran agirê tenûra heraqê dighêje nifta ku di hûndirê tankerê di dimîne
Û dibe sedema teqîna wê.ji aliyeke din ve jî bi dehan karkerên parzûngehan ji ber dûmana ku jê derdikeve canê xwe ji dest dane.
Di qonaxên din de ji piroseya parzûnkirina nifta xav kesên ku serederiyê di gel paşmayên berhemhênana benzîn û gazwayilê dikin rastî nexwşiyên kevil ango cermê mirovan tên, herwiha egere hiye ku di paşerojê de ev karker bi nexwşiya pênceşêrê jî bi kevin.
Diyaredeya parzûngehan nifta xav di dema desthilatdariya rêxistina DAIŞê li deverên Erebnişîn de derket holê.