Minbic: Destpêşxeriyekê bo rizgarkirina sivîlan

Encûmena Leşkerî ya Bajarê Minbicê destpêşxeriyekê ji bo rizgarkirina sivîlên ku di destê DAIŞê de mane, pêşkêş dike, ku li gor wê destpêşxeriyê, çekdarên DAIŞê dikarin ji bajêr bê şer derkevin, lê bi mercê ku tevahiya sivîl û girtiyan bêne serberstkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9f7322d3-9a9c-4002-9843-660df968384d/F.C.LMinbic-Daxwiyani.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Leşkerî ya Bajarê Minbicê destpêşxeriyekê ji bo rizgarkirina sivîlên ku di destê DAIŞê de mane, pêşkêş dike, ku li gor wê destpêşxeriyê, çekdarên DAIŞê dikarin ji bajêr bê şer derkevin, lê bi mercê ku tevahiya sivîl û girtiyan bêne serberstkirin.

Fermandariya Giştî ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê li navenda bajarê Minbicê daxuyaniyek da û ragihand ku, heta niha Minbic bi temamî nehatiye kontrolkirin, ji ber ku hîn çekdarên DAIŞê di hin taxên bajêr de mane.

Fermandarê Giştî yê encûmena Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced got: “Opewrsyona me gihêştiye qonaxa dawî, bi kontrolkirina navenda bajêr û çarxeriya Kura Erdiye û taxên li derdora wê, kontrolkirina me ji sedî 90 derbas kiriye. Çekdarên DAIŞê di rûbereke teng de hatiye dorpêçkirin. DAIŞê hejmarek ji sivîlan girtine û wek mertalên mirovî bikar tîne, ji ber vê yekê em wek Encûmena Leşkerî amade ne ku em bihêlin çekdarên DAIŞê ji bajêr derkevin, lê bi merça ku tevahiya sivîl û girtiyam serbest berde.”