Li 13 gundên Diyarbekirê qedexe hate ragihandin

Li 13 gundên bajarê Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derva hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 13 gundên bajarê Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derva hate ragihandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke niviskî da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li navçeyên wekî Pasur, Farqîn û Hazroyê 13 gund û deveran derketina derva hatiye qedexekirin.

Parêzgerî diyar kir ku, qedexe ji îro demjimêr 17:00an de destpê dike û heta fermanekî nû dê berdewam bike. Girîng e ku welatî ji bo ewlekariya mal û canên xwe hişyariya perêzgeriyê berçavan bigirin.